PeyamaKurd- Koşka Kremlînê ya Rûsyayê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bi rêya telefonê axivîne û rewşa Ukraynayê û pêşniyarên çareseriyê yên Amerîkayê, gotûbêj kirine.
Kremlînê ragihand ku Pûtîn û Erdogan, "Di çarçoveya rewşa Ukraynayê û pêşniyarên DYAyê de, pevguhertina ramanankirin”.
Herwiha hate diyar kirin, pêşniyarên Trump, bi hevdîtina Rûs-Amerîkî ya Alaskayê re hevaheng in û dikarin bibin bingeha peymaneke aştiyê ya dawî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Pûtîn di hevdîtinê de meyla Rûsyayê ya ji bo çareseriyeke siyasî û dîplomatîk ji bo krîza Ukraynayê dubare kiriye û hate tekezkirin ku Pûtîn destnîşan kiriye ku pêşniyarên Amerîkayê dikarin bibin bingeha çareseriyê.