PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li gundê El Bedrûsiyê yê parêzgeha Laziqiye ya Sûriyê, di navbera hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komeke çekdar a Tirkmen de ku dest danîbû ser oteleke li gund, pevçûnên çekdarî rû dan.
nda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, koma Tirkmen berî çend hefteyan dest danî ser oteleke li gundê El Bedrûsiyê yê û xwediyê otelê jî gilî kir. Li ser gilî biryar hat dayîn ku koma Tirkmen otelê vala bike.
Hate diyarkirin ku îro 24ê Mijdarê dema hêzên ewlekariyê yên hikumetê xwestin otelê vala bikin, arîşe derket û pevçûna çekdarî rû da. Di dema pevçûnan de hin komên din ên Tirkmenan ji bo piştgiriya koma çekdar, hatin herêmê. Li gorî çavkaniyan, aloziya li wê deverê hêj berdewam dike.