PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tevgera Wîfaqê ya Neteweyî ya Iraqê Eyad Elawî, îro 24ê Mijdarê li Hewlêrê civiyan.
Hate ragihandin ku di hevdîtinekê de rewşa siyasî ya Iraqê û senaryoyên qonaxa piştî hilbijartinan hate nîqaş kirin û girîngiya diyalogê di navbera aliyan de hate tekez kirin.
Piştî civîn hate hate ragihandin ku bi hûrî behsa rewşa siyasî ya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat kirin û xwandinek ji bo encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat kirin. Herwesa herdu aliyan dîtin nêrînên xwe li ser bandora encaman li ser nexşeya siyasî ya paşerojê ya welatî parve kirin.
Di beşeke din de jî xwezaya diyalog û danûstandinên di navbera aliyên siyasî de hate nirxandin.
Behsa pêngavên ku, divê ji bo avakirina kabîneya bê ya hikûmeta federal a Iraqê bên avêtin ku bi awayekî bersiva wê qonaxê bide hatin axaftin.