PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 24ê Mijdarê pêşwaziya Konsulê Giştî yê Îmaratê yê Herêma Kurdistanê Ehmed Hesen Şehî kir ku nû dest bi kar kiriye.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Nêçîrvan Barzanî destpêkirina kar li Hesen Şehî pîroz kir û hemû piştgiriya xwe ji bo biserxistina erkê wî anî ziman.
Hate diyarkirin, herdu aliyan pesnê asta têkiliyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê da û xwesteka xwe ya hevpar ji bo zêdetir pêşxistina têkiliyan di hemû waran de nîşan da.
Herwiha behsa derfetên kar û veberhênana Îmaratê li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di civînê de, hilbijartinên Parlementoya Iraqê û rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê jî mijarên din bûn.