PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov, ragihand ku gelek xalên plana aştiyê ya 28 xalî ya DYAyê yên ji bo Ukraynayê ji aliyê Moskowayê ve têne qebûlkirin, herçend hin babetên wê pêdiviya wan bi gotûbêjên berfireh heye.
Uşakov diyar kir ku Rûsyayê pêşniyarên dijber ên ku ji aliyê welatên Ewropayê ve hatine pêşkêşkirin, wekî "ne avaker" û "ne li gorî berjewendiyên Rûsyayê" dibîne. Pêşniyara Ewropayê (ya ku garantiyên ewlehiyê yên mîna Xala 5emîn a NATO'yê û bikaranîna sermayeyên Rûsyayê yên cemidî ji bo tezmînata Ukraynayê dihewîne) ji aliyê Moskowayê ve hate redkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Amerîka û Ukraynayê li ser pêşnûmayeke çarçoveya aştiyê ya nû li hev kirin û herdu alîyan diyar kir ku peymana dawî dê bi civîna rûbirû ya Serok Trump û Serok Zelenskiy bê encamdan.