PeyamaKurd- Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê ragihand ku Erebistana Siûdî pertola xam ji wan re şandiye
Wezîrê Enerjiya Sûriyê Mihemed Beşîr li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, wan milyonek bermîlên pertola xam ji Siûdiyê wergirtiye û bi wê yekê wan milyonek û 650 hezar bermîl li ser du koman ji Siûdiyê wergirtine.
Beşîr spasiya Erebistana Siûdî kir û got, girêdaneke mezin di navbera Sûriyê û Siûdiyê de heye.
Hêjayî gotinê ye, beriya niha Siûdî 4 rêkeftinên bi qasî 6 milyar dolaran ên bazirganî û aborî li gel Sûriyê îmze kiribû. Enerjiya Sûriyê jî yek ji kertên herî hewcedar yên wî welatî ye ji ber ku di qeyranê de ziyneke mezin dîtiye.
Beriya şerê navxwe yê Sûriyê nêzî 400 hezar bermîl ji petrolê berhem dianî lê niha tenê derdora 120 hezaran berhem tîne. Di heman demê ji bo elektirîka Sûriyê jî pêwîstî sererastkirineke mezin heye.