Pûtîn: Ger hevdîtina ligel Trump li Budapeste be ez ê kêfxwes bibim

Dîroka Weşanê :
Pûtîn: Ger hevdîtina ligel Trump li Budapeste be ez ê kêfxwes bibim

PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Qesra Kremlînê pêşwazî li Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban kir.

Di civînê de, Pûtîn derbarê îhtîmala hevdîtina bi Serokê DYAyê Donald Trump re, bi awayekî erênî axivî û got, "Ger Budapeşte di dema danûstandinan de wekî cîh were gotin, ez ê pir kêfxweş bibim."

Pûtîn di destpêka civînê de kêfxweşiya xwe anî ziman ku tevî zehmetiyên heyî, têkiliyên wan ên bi Macarîstanê re xirab nebûne û got: "Em dizanin helwesta we ya hevseng a derbarê pirsgirêka Ukraynayê de heye."

Pûtîn spasiya Orban kir ji bo dilxwaziya wî ya peydakirina alîkariyê ji bo danûstandinên aştiyê.

Serokwezîrê Macarîstanê Vîktor Orban jî diyar kir, ew cara 14an e ku bi Pûtîn re dicive û got: "Me li hember zextên derve serî netewand û di warên girîng de hevkariya xwe qut nekir."

Wî tekez kir ku ewlehiya enerjiyê ya Macarîstanê li ser çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê yên stabîl ava bûye û got ku Macarîstan girîngiyê dide aştiyê û amade ye ji bo danûstandinên aştiyê yên Ukraynayê platformekê peyda bike.