Sam: Di êrîsa Îsraîlê de 13 kes hatin kustin

Dîroka Weşanê :
Sam: Di êrîsa Îsraîlê de 13 kes hatin kustin

PeyamaKurd- Wezareta Derve ya Sûriyeyê ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya Başûrê Sûriyê de, 13 kes hatine kuştin û derbasbûna Artêşa Îsraîlê ya ser axa xwe jî şermezar kir.

Wezareta Derve ya Sûriyeyê îro 28ê Mijdarê ragihand: "Sûriye bi tundtirîn şêwe destdirêjiya tawankaran a dewriyeyeke Artêşa Îsraîlê ya ji bo nav gundê Beyt Cîn şermezar dike."

Wezaretê da xuyakirin, bombebarankirin û armancgirtina gund "tawaneke şer e".

Hêjayî gotinê ye, Artêşa Îsraîlê jî ragihand, hêzên wan şeva borî operasyonek pêk anîne. Armanca operasyonê girtina "gumanbarên girêdayî rêxistina Cemaeta Îslamî" bûye ku li wî gundî çalak bûn û li dijî welatiyên Îsraîlê planên terorîstî dikirin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir, operasyon bi temamî hatiye encamdan, kesên daxwazkirî hatine girtin û hejmarek çekdar jî hatine kuştin.

Di daxuyaniya Îsraîlê de hat eşkerekirin, di dema pevçûnan de 6 leşkerên wan birîndar bûne û rewşa 3 ji wan giran e.