PeyamaKurd- Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) di çarçoveya çalakiyên xwe yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê de, di nav du rojên borî de, alîkariya xwarinê û pêdiviyên dibistanê li ser malbatên vegeriyayî û zarokên sêwî yên li Efrînê kir.
BCFê bi hevkariya rêxistina "Khalsa Aid" û bi hevahengiya Rêveberiya Karûbarên Civakî û Kar a Efrînê, doh 27ê Mijdarê selikên xwarinê û kelûpelên paqijiyê belav kirin. Alîkarî li navenda bajarê Efrînê, pêşkêşî 200 malbatên koçber hatekirin ku di demên dawî de vegeriyane ser mal û milkên xwe.
Herwiha roja 26ê Mijdarê jî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina "Azar Foundation for Children of the World", projeyeke din pêk anî ku çenteyên dibistanê, qirtasiye û cilûberg li ser 100 zarokên sêwî hatin belavkirin.
Hat ragihandin ku ev çalakî beşek e ji helmeta piştgiriya 250 zarokên sêwî li sînorê Efrînê.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî piştî erdheja wêranker a Sibata 2023yan, yekem rêxistina mirovî bû ku derbasî Efrînê bû. Ji wê demê ve heta niha, BCF bi awayekî berdewam alîkariyên mirovî li ser xelkê belav dike û xizmetên bijîşkî pêşkêşî nexweşan dike.