PeyamaKurd – Şêx Fadî Bediriye, serokekî Durzî yê bibandor li Siwêdayê, bi tundî rapora Komîteya Lêpirsînê ya Neteweyî red kir ya ku ji bo lêkolîna tundûtûjiya Tîrmeha borî hatibû amadekirin. Di bernameyeke Rûdawê de, Şêx Bediriye tawanên giran li hikûmeta Şamê kir û got ew rastiyan vedişêrin û piştgiriyê didin komên biyanî yên tundrew, di nav de şervanên Uygur û Çeçen, ku li dijî sivîlên Durzî sûcan dikin.
Bediriye ragihand ku agirbest bi berdewamî tê binpêkirin û sivîl bi dron û guleyan têne hedefkirin. Wî herwiha bal kişand ser dorpêça giran a li ser herêmê, ku dibe sedema kêmbûna elektrîk, av, xwarin û dermanan. Alîkariyên mirovî jî rastî astengiyan tên û zirarê dibînin.
Şêx Fadî Bediriye bang li civaka navneteweyî kir ku wan biparêzin û tekez kir ku "Ger reh rizî be, baweriya me bi şaxan nayê." Wî diyar kir ku ew baweriya xwe bi rêveberiya Şamê nayînin û wê wekî derewîn û tehrîfkar bi nav kir.