Senatorên Amerîkî banga rawestandina êrîşên ser Kurdan kir: Wê cezayên Şamê vegerin

Dîroka Weşanê :
Senatorên Amerîkî banga rawestandina êrîşên ser Kurdan kir: Wê cezayên Şamê vegerin

PeyamaKurd- Hejmarek endamên Kongreya Amerîkayê peyamên tund ji hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê re şandin û xwestin, êrîşên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) demildest werin rawestandin.

Wê ceza vegerin

Senatoran hişyarî da hikûmeta Ehmed Şera ku eger şerê li rojhilatê Helebê, Reqa û Tebqayê neyê sekinandin, dibe ku cezayên "Yasaya Qeyser" (Caesar Act) ku di dawiya sala 2025an de hatibûn rakirin, cardan bi ser Şamê de werin sepandin. Hate destnîşankirin ku rakirina cezayan ne wekî bêxemiyê, lê wekî şansekî ji bo aramiya herêmê hatiye dayîn û ev yek bi parastina hemû pêkhateyan ve girêdayî ye.

McCaul û Stutzman: Parastina kêmîneyan şertekî sereke ye

Serokê berê yê Komîteya Kar û Barên Derve Michael McCaul û endamê Kongreyê Marlin Stutzman, fikarên xwe yên kûr li ser nûçeyên êrîşên li dijî kêmîneyên olî û neteweyî yên wekî Xiristiyan, Durzî û Kurdan anîn ziman. McCaul bi bîr xist ku şertê sereke yê rakirina cezayan, pêbendbûna bi "Peymana 10ê Adarê" û parastina hemû gelên Sûriyeyê ye. Stutzman jî diyar kir ku berpirsyariya tundiyê di stûyê hikûmeta Şamê de ye û hişyarî da ku eger kiryarên bi vî rengî berdewam bikin, dê dîplomasiya Amerîkayê ya li hemberî Sûriyeyê bi temamî biguhere û ceza bên vegerandin.

‘Divê Ehmed Şerü şerê gelê Kurd neke’

Komîteya Kar û Barên Derve ya Meclisa Nûneran û seroka berê ya USCIRF'ê Nadine Maenza jî piştgiriya xwe ya ji bo HSD û gelê Kurd dubare kirin. Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin ku gelê Kurd hevpeymanekî stratejîk e û ji bo paşeroja Sûriyeyê berdêlên mezin daye; ji ber vê yekê divê Ehmed Şer li şûna şerê bi Kurdan re, kar ji bo paşeroja welat bike. Maenzayê jî daxwaza rawestandina operasyonên ber bi Tebqa û Reqayê ve kir û tekez kir ku parastina civakên pirreng ên ku piştî DAIŞê ava bûne, tenê bi diyalogê pêkan e.