PeyamaKurd- Hate îdiakırın ku rayedarên Sûriyeyê ji bo çareserkirina nakokiyan, ji fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re walîtiya Hesekê û pêşniyarek ji 12 xalan pêk tê pêşkêş kirine.
Tê gotin ku Serokê demkî yê Sûriyê Ehmed Şera, Mezlûm Ebdî vexwendiye civînekê ku îro 18ê Çileyê Yekşemê ligel nûnerê Amerîka Tom Barrack bê lidarxistin.
Herwiha hatiye gotin ku ev hevdîtin dikare rê li ber aramiyê veke yan jî bibe sedema kûrbûna eniyên şer û mayîndebûna nakokiyan.