PeyamaKurd – Serokê dewleta Vatîkanê Papa 14. Leo, li navça Îznîkê, di salvegera 1700em ya Konsula Yekem ya Îznîkê de, tevlî ayînê bû. Di ayînê de temamê mezhebên Xîrîstiyanan hebûn.
Di çarçova seredana Tirkiyê de, Papa Leo yê 14em, piştî Ankara, Îstenbolê çû navça Îznîkê ya Bursayê. Papa bi helîkopterê dema diçû Îznîkê, di ser Gola Îznîkê de sê cara geriya û ji hewa de lê nêrî. Ji ber di sala 2014an de ava golê vekişiyabû, berhema Bazilika Azîz Neophytos derketibû ortê.
Bo Papa, ji hewa, bejayiyê û ji deryayê de tedbîrên wî yên asayîşê hatin sitendin. Bi Papa re Patrîkê Fener Rûmê Bartholomeos û rayedarên din hebûn û li ciyê bazîlîka ku berê di bin avê de mabû, tevî ayinê bû.
Papa got ku Konsula Yekem ya îznîkê ya salvegera 1700em salî derfetekî girînge û bo Xîrîstiyanan behsa vateya wê kir. Leo got:
“Di roja me de temamê mirovahiyê bi şiddet û şer birîndar bûye û mirovahî bang dike bo aştiyê û lihevkirinê da pêk were. Divê bê red kirin ku dîn bo şer, şiddet an bo tiştekî weha tundû tijiyê neyê bikaranîn.
Papa piştî bernama xwe ya Tirkiyê wê here Lubnanê payîtext Beyrûdê.