PeyamaKurd- Berdevkê Qesra Kremlînê Dmitriy Peskov îro 28ê Mijdarê di civîneke rojnamevanî de got, Amerîkayê derbarê plana aştiyê ya ku li Cenevreyê bi rêveberiya Kîevê re hatiye gotûbêjkirin, Rûsya agahdar kiriye.
Peskov destnîşan kir ku hûrguliyên bingehîn ên planê hatine parvekirin û gotûbêjên li ser van hûrguliyan dê hefteya bê li Moskowayê werin kirin.
Plana aştiyê ya 28 xalî ji aliyê Washîngtonê ve ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna-Rûsya hatibû pêşkêşkirin û di 23yê Mijdarê de li Cenevreyê di navbera DYA û Ukraynayê de hatibû gotûbêjkirin. Wezîrê Derve yê Amerîkayê Maco Rubio ew hevdîtin wekî "gotûbêja herî avaker a ji destpêka şer ve" pênase kiribû.
Di heman demê de, Alîkarê Serokê Rûsyayê Yuri Uşakov ragihandibû ku pêşnûmaya dijber a ku ji aliyê Ewropiyan ve hatibû dayîn, "ne avaker" e û "ne li berjewendiya Rûsyayê ye", lê hin aliyên plana Amerîkayê ji bo wan "gelekî erênî" xuya dikin. Şêwirmendê Ukraynayê Oleksandr Bevz jî piştrast kiribû ku plana 28 xalî piştî gotûbêjên Cenevreyê rastî guhertinan hatiye, hin xal jê hatine derxistin û yên din jî hatine sererastkirin.