Li peravên Kocaeliyê di tankêra deryayê de teqîn çêbû

Dîroka Weşanê :
Li peravên Kocaeliyê di tankêra deryayê de teqîn çêbû

PeyamaKurd – Li peravên bajarê Tirkiyê yê bi navê Kocaeliyê, li texma Kandıra Kefkenê, tankêra bi navê Kairos dema li ser deryayê di reya xwe de diçû, tê de teqînekî mezin çêbû. Kairos diçû lîmana Rûsya ya bi navê Novoroskî.

Sedema teqîna tankera deryayê nehat zanîn lê piştî teqînê agir bi tankêrê ket, 25 muretebatên wê bi botan hatin tehliyekirin. Ajansa Reutersê ragihand ku dibe tankêr li mayînê ketibe.

Hat ragihandin ku rewşa 25 muretebatan başe û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê çûne ciyê bûyerê. Talûke heye ku tanker noqav bibe.