Trump: Derbarê rêkeftineke bi Îranê re 10 rojên krîtîk li pêşiya me ne

Dîroka Weşanê :
Trump: Derbarê rêkeftineke bi Îranê re 10 rojên krîtîk li pêşiya me ne

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna yekem a Konseya Aştiyê ya Xezzeyê de li Washingtonê got, "Divê em bi Îranê re rêkeftinek watedar çêbikin, wekî din tiştên xerab wê biqewimin."

Di civîna Foruma Aştiyê ya Xezzeyê de li Washingtonê, Trump tekez kir ku di tu şert û mercan de destûr nayê dayîn ku Îran çekên navokî hebe û destnîşan kir ku aştî li Rojhilata Navîn tenê bi Îranek bê navokî mimkun e.

Donald Trump got, "Divê em bi Îranê re rêkeftinek watedar çêbikin, wekî din tiştên xerab wê biqewimin," û got ku Nûnerê wî yê Taybet Steve Witkoff û zavayê wî û şêwirmendê wî yê berê Jared Kushner bi Îraniyan re nîqaşên pir baş kirine.

Serokê Amerîkayê got, "Dibe ku em li Rojhilata Navîn gavek din ber bi pêş ve bavêjin an neavêjin. Dibe ku em rêkeftinekê çêbikin, hûn ê di 10 rojên pêş de bibînin."

Trump diyar kir ku wan zehmetiya dîrokî ya gihîştina "rêkeftinek watedar" bi Tehranê re qebûl kirine, û got ku danûstandin baş diçin lê ew ji bo encamek neyînî jî amade ne.