PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê talîmatê bide wezaret û ajansên têkildar ku pelên têkildarî fezayiyan û "tiştên firî yên nenas" (UFO) nas bikin û dest bi pêvajoya weşandina wan bikin.
Trump ev gotin ji rojnamevanan re li ser Air Force One derbarê daxuyaniya Serokê berê Barack Obama di hevpeyvînek podcastê de kir ku "biyaniyan rast in."
Trump îdia kir ku Obama agahdariya "nehênî" daye û "divêbû wisa nekira", û got, "Wî şaşiyeke mezin kiriye."
Trump diyar kir ku ew nizane fezayî rast in an na, ku di vê mijarê de tu ramanek wî tune ye, û ew ê qet li ser vê yekê neaxive.
Serok Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku, li ser bingeha eleqeya mezin a ku hatiye nîşandan, ew ê talîmatê bide Wezîrê Parastinê û wezaret û saziyên din ên têkildar ku dest bi pêvajoya nasandin û weşandina pelên têkildarî fezayiyan û jiyana ji derveyî erdê, "fenomenên anormal ên nenas" (UAP), û UFOyan bikin.