Trump: Putin dixwaze ser bi dawî bike

Dîroka Weşanê :
Trump: Putin dixwaze ser bi dawî bike

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Qesra Spî di bersiva pirsên çapemeniyê yên li ser bûyerên heyî de tekez kir ku civîna di navbera nûnerê wî yê taybet, Steve Witkoff, û zavayê wî û şêwirmendê wî yê berê yê payebilind, Jared Kushner, bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re li Moskowê berhemdar bû.

Trump got, "Civînek pir baş bi Putin re çêbûye. Em ê bibînin ka paşê çi dibe. Wan ew hest girt ku Putin dixwaze şer bi dawî bike. Ez nizanim ev hest çiqas rast e, lê encama wan ew bû ku Putin dixwaze şer bi dawî bibe. Ez difikirim ku ew dixwaze vegere jiyaneke normaltir.

Derbarê encama ku ji civînê tê hêvîkirin de, Trump got, "Kushner û Witkoff civînek pir baş kirin. Ez nizanim ji vê civînê çi derdikeve ji ber ku ji bo tangoyê du kes hewce ne. Derbarê Ukraynayê de, ez difikirim ku em gihîştine xalek pir baş; em di wê eniyê de di rewşek pir baş de ne."