Wezîrê karên derve yê Qatarê Al Sanî seredana Tehranê kir

Dîroka Weşanê :
Wezîrê karên derve yê Qatarê Al Sanî seredana Tehranê kir

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Qatarê Şêx Muhammed bin Abdurrahman Al Sani, li Tehranê bi wezîrê kar û barên derve yê Îranê Abbas Arakçi û sekreterê giştî yê ewlehiya Îranê Ali Laricanî re civiya. Di derbarê mijara hevdîtinê de hîç agahiyekî nehat dayîn.

Wezîrê Qatarê ber destê êvarê giha Tehranê û piştî hevdîtina bi rayedarên Îranê re dageriya Qatarê.

Qatar, welatekiye ku di navbera Washingtonê Îranê de navbeynkariyê dike û peyamên wan ji hevre dibe û tîne.