PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Qoserê (Kızıltepe) li ser rêya Tibyatê (Eymirli) rêwiyekî di nav otobusê de rewşa wî ya tendurisityê xerab bû û ket. Dema rêwiyên din rewşa wî dîtin, ewilî şaş man lê paşî telefonê dan navenda 112an.
Tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û dîtin ku rewşa Veysel Y.(60) baş nîne. Ew birin nexweşxana dewletê ya Qoserê (Kızıltepe).
Veysel Y. li nexweşxanê can da. Ji bo otopsiyê cenaze birin nexweşxana Mêrdînê ya Perwerdê û Lêkolînê.