Temamê hêzên Rûsyayê ji balafirgeha Qamîşlo vekişiyan

Dîroka Weşanê :
Temamê hêzên Rûsyayê ji balafirgeha Qamîşlo vekişiyan

PeyamaKurd – Hêzên Rûsyayê ji Kurdistana Rojava ji balafirgeha bajarê Qamîşloyê bi temamî vekişiyan. Ji ber bi salaye balafirgeh di bin bandora Rûsyayê de bû, bi taybetî ji sala 20219an heya niha, xelkê li taxê temamê wan bi zimanê Rûsî dizanin.

Leşkerên Rûsyayê li dora 300 kesî bûn û li sê ciyan bicîh bûbûn. Niha temamê ew leşkeran ji balafirgehê vekişiyan.

Li gor peymana navbera HSDê û Şamê; wê bi hebûna xebatkarên Rêvebiriya Xweser ve dewrî hukumeta Şamê bikin. Di mijarê de endamê rêvebiriya xweser Azad Hiso got:

“Hukumet dê bi rêvebiriya Rojava re, di nav têkiliyan de be. Dê li ser temamê pasaportên kesên ku herin balafirgeha Qamîşlo, wê mora hukumetê li serê bikeve. Ev li temamê dinyayê wehaye û rewşekî normal e.”

Vekişîna hêzên Rûsyayê ji balafirgeha Qamîşlo hefteyekî dewam kir.