Zelenskyy: Ukrayna spasdarê DYAyê û bi taybetî Serok Trump e

Dîroka Weşanê :
Zelenskyy: Ukrayna spasdarê DYAyê û bi taybetî Serok Trump e

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy bersiv da rexneyên Serokê DYA Donald Trump ku digot rêveberiya Kîevê "tiştek li ser spasdariyê nîşan nedaye", û diyar kir ku welatê spasdarê DYAyê û bi taybetî yê Trump e.

Piştî gotinên Trump, Zelenskyy li ser medyaya civakî peyamek weşand û got, "Ukrayna ji her Amerîkî û bi taybetî ji Serok Trump re ji bo hemî alîkariyên ku jiyana Ukrayniyan rizgar kirine, di nav de moşekên Javelin, spasdar e."

Zelenskiy herwiha ji welatên Yekîtiya Ewropî, G7 û G20 re ji bo piştgiriya wan spas kir û girîngiya berdewamiya vê piştgiriyê tekez kir. Rêberê Ukraynayê diyar kir ku divê her gavek ku di pêvajoya aştiyê de tê avêtin bi baldarî were nirxandin: "Divê her tişt bi rêkûpêk were amadekirin da ku em bi rastî karibin vî şerî biqedînin û pêşî li pevçûnek nû ya gengaz bigirin."