PeyamaKurd – Li welatê Tirkiyê keştiya ku li Kendava Îzmîtê rawestiyabû û bi eslê xwe ya bandrala Lîberyayê bû, bi sedema ku kendavê gemarî an ku qirêjî kiriye, şaredariya Kocaeliyê cezayê pere bi miqdarê 12 milyon û 596 hezar lîrayê Tirkiyê ku dike 630 hezar dolarê Amerîkayê lê biriye. Tîmên şaredariyê dora keştiyê xistine nav çembere û dest bi paqijkirina deryayê kirine.
Şaredariya Kocaeliyê ragihand ku bi balafira deryayê kontrola xwe kirine û dîtine ku keştiya bi bandrola Lîberya ya bi navê ‘Lodestar’ ku keştiya barhilgirê barê ziwaye, maddeyên avêtinê deryayê yên kîmyewî ne. Ji ber wê kiryarê jî lê cezayê li jor birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin