PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îsraîlê Bunyamin Netanyahu biryar dane ku li dijî Îranê bi hev re tevbigerin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Emanuel Macron, Bunyamin Netanyahu yê ku duh ji bo pêwendiyên fermî çûbû Parîsa paytexta Fransayê, li Koşka Elyseeyê qebûl kir.
Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Elyseeyê hat dayîn, Macron û Netanyahu şeva borî bi hev re şîv xwarine û li ser gelek mijarên herêmî bi taybetî jî li ser Îran û Filistînê gotûbêj kirine.
Hat eşkerekirin ku Macron fikarên xwe yên li ser rewşa niha ya li herêmên Filistînê ji Netanyahu re gihandin û bi bîr xist ku divê ji çalakiyên ku dê spiralên tundûtûjiyê yên ku di navbera sivîlên Filistînî û Îsraîlî de bûne sedema mirinan, derxin holê.
Her wiha hat zanîn ku Macron bi bîr xist ku Fransa bi statukoya dîrokî ya Mescîda Eqsayê ve girêdayî ye û ji Netanyahu re daye zanîn ku ew li dijî "îhtimala avakirina dewleteke Filistînî ya di pêşerojê de" û xebatên niştecihbûnê yên neqanûnî yên ku hêviyên aştiya li herêmê têk dibin.
Li ser piştgiriya Îranê ya ji bo Rusyayê jî axivîn
Li gorî hat ragihandin, Macron û Netanyahu li ser mijara nukleerî ya Îranê jî axivîn û Serokomarê Fransayê amaje bi wê yekê kir ku divê Îran di bernameya xwe ya navokî de zelal be û hişyarî da ku heger nexwaze encamên wê çêbibin, divê baldar bin.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Macron û Netanyahu, nîgeraniyên tund li ser çalakiyên bêîstiqrar ên Îranê li herêmê hanîn zimên û Macron bi bîr xist ku piştgiriya Îranê ya ji bo êrîşa Rusyayê ya li Ukraynayê, dê Îranê bike ber toleyan.
Hat zanîn ku di dema ku Macron û Netanyahu biryar dan ku li dijî Îranê bi hev re bixebitin, wan xwestekên xwe ji bo kûrkirina hevkariyên stratejîk ên di navbera welatên xwe de û xurtkirina têkiliyên dualî di her warî de nîşan dan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin