PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Cindirêsê 84 apartman hilweşiyane û tenê enqazên 10 apartmanan rakirine. Tê gotin ku 5 hezar kes di bin kavilên apartmanan de mane. Ragihandin ji aliyê serokê rêxistina mafên mirovan ya Sûriye-Efrînê Îbrahîm Şêxo de, ji bo radyo Rûdawê hatiye kirin. Şêxo, gotiye ku Tirkiye deriyên xwe ji Sûriyê re girtiye û hukumeta Sûriyê nahêle alîkarî bigihên wan. Şêxo wekî din weha gotiye:
“Rewşa Efrîn û Cindirêsê gelek xerabe. Ji %90 ê Cindirêsê bi temamî xerab bûye. Kes guhên xwe nade hawara Efrîn û Cindirêsê. Xelk bi derfetên xwe xebatan dike. HSD xwest alîkariyê bişîne Efrînê lê grûbên çekdar yên bi ser Tirkiyê, nahêlin û rejîma Sûriyê jî nahêle alîkarî were.
Li Efrînê heya niha 450 kes can dane û cenaze li nexweşxana leşkerî ya Efrînê ne. Nasnameya hinek ji wan hatine tesbît kirin.
Eger alîkariya mirovî negihê me, wê rewşa me xerabtir bibe û kesên di bin enqazan de saxin dê ew jî bimrin.”
Mirovekî dinê ji Efrînê yê bi navê Bekir Qasim jî ji radyo Rûdawê re gotiye ku tenê ji malbata wî 11 kes bi sedema erdhejê mirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin