PeyamaKurd- Piştî erdheja mezin a ku li Mereşa bakurê Kurdistanê çêbû û bandora xwe li 10 bajarên bakur û li herêmên Suriyeyê kir, mezinahiya vê karsatê, di çapemeniya cîhanê de dengekî berz veda.
Çapemeniya navneteweyî ku bi berfirehî cih da hêza wêranker a erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 di nuçeyên CNNê de jî cih girtin.
Di nûçeya CNN Internationalê de ku li ser bingeha pisporan hat destnîşankirin, hat diyarkirin ku erdhejên ku navenda wê Mereş bû û li herêma ku li ser hev û din lewheyên tektonîk ên mezin pêk hatin, di nav erdhejên herî mezin ên cîhanê de ne.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tirkiye ji ber ku li herêma ku tebeqeyên tektonîk lê digihêjin hev, bi erdhejên xurt re ne xerîb e û hat bibîrxistin ku di 25 salên dawî de li welêt 7 erdhejên bi lerza 7 û zêdetir pêk hatine.
Karl Lang ê ji Zanîngeha Teknîkî ya Gurcistanê ji CNN re axivî û got ku herêm gelek meyila tevgerên erdhejê ye û diyar kir ku tundiya erdhejê, bi gelek faktoran ve girêdayî ye û rûdana erdhejê li cihekî nêzî rûyê erdê bandorên wê wêrankertir dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin