'155 hezar kes di bin xirbeyan de ne'

'155 hezar kes di bin xirbeyan de ne'

PeyamaKurd – Endezyarê Jeofîzîkê Prof. Dr. Övgün Ahmet Ercan ragihand, hejmara welatiyên ku li herêmên erdhejê di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne 155 hezar e.

Li Mereşê di lerza 7,7 û 7,6an da û li 10 parêzgehan tesîr kir, gelek avahî bûn xirbe. AFADê ragihand, heta saet 15.55an 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê, Fakulteya Madenê, Endezyariya Jeofîzîkê û Zanîngeha Maltepeyê, Beşa Endezyariya Înşaatê Profesor. Dr. Övgün Ahmet Ercan diyar kir, hejmara kesên ku di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne 155 hezar e.

Daxuyaniya Ercan wiha ye:

“Hejmara avahiyan 4 milyon e, 66 hezar xanî (AFAD) (di avahîyekê de 5,3 xanî), her xanî 4 kes in. 264 hezar kesên di bin xirbeyan de man, 80 hezar birîndar, 184 hezar di bin xirbeyan de, 29 hezar kes mirin. Îro 155 hezar kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê ne."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin