PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Mîrnişînên Yekbûyî yên Erebî (MYE) bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku hemû yekîneyên wan ên çekdar ên li Yemenê mîsyona xwe bi dawî kirine û vegeriyane welatê xwe. Di daxuyaniyekê de ya ku bi rêya platforma medyaya civakî Xê hat weşandin de hat destnîşankirin ku vekişandina tevahî ya hêzên Îmaratî bi serkeftî bi dawî bûye. Hat diyarkirin ku ev biryar di çarçoveya plana bidawîkirina mîsyonên tîmên dijî-terorê de hatiye cîbicîkirin û hemû qonaxên vekişînê bi hevahengiya hevkarên navneteweyî hatine meşandin da ku ewlehiya leşkeran were parastin.
Ev gava dîrokî ya Ebû Zebî piştî rageşiyeke tund a bi Erebistana Siûdî re hat, ku di rojên dawî de bandoreke mezin li ser hevalbendiya herêmî kiribû. Di 30ê Kanûna 2025an de, Îmaratê ragihandibû ku wan bi dilxwazî tîmên xwe yên dijî-terorê yên li Yemenê hilweşandine. Lê belê, ev biryar bû sedema berteka tund a Rîyadê. Erebistana Siûdî, li ser daxwaza hikûmeta Yemenê, ultîmatomeke 24 demjimêran dabû Îmaratê û daxwaz kiribû ku tavilê hemû hêzên xwe vekişîne û her cûre piştgiriya leşkerî û darayî ya ji bo aliyên li wî welatî rawestîne.
Vekişîna Îmaratê ji axa Yemenê nîşana guherîneke radîkal e di hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn de. Pispor destnîşan dikin ku bidawîbûna hebûna leşkerî ya Îmaratê, ku ji sala 2015an vir ve roleke sereke di koalîsyona erebî de dilîst, dibe ku bandoreke kûr li ser pêvajoya şer û aştiyê ya li Yemenê bike. Bi taybetî li herêmên başûr, ku Îmarat lê xwedî bandoreke mezin bû, niha çav li rê ye ka dê Erebistana Siûdî çawa vê valahiyê tije bike û têkiliyên xwe bi komên herêmî re ji nû ve birêxistin bike.