119 girtî ji girtîgeha ku li Nîjeryayê ji ber bahozê hilwesiya reviyan

119 girtî ji girtîgeha ku li Nîjeryayê ji ber bahozê hilwesiya reviyan

PeyamaKurd – Li eyaleta Nîger ya Nîjeryayê ji ber barana zêde û bahoza beşek ji girtîgehê hilweşiya 119 girtî reviyan.

Berdevkê Girtîgeha Herêma Federal a Paytextê (FCT) Adamu Duza di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku doh ji ber barana zêde û bahoza li herêma Suleja ya Nîjerê beşek ji girtîgehê hilweşiya.

Duza da zanîn ku ji ber vê sedemê 119 girtiyên di girtîgehê de reviyane û diyar kir ku di lêgerîna hêzên ewlehiyê de heta niha 10 girtî hatine girtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin