PeyamaKurd – Li Nîjeryayê ji xwendevanên zankoyê yên ji aliyê grûbên çekdar de hatibûn revandin 3 ji wan xwendevanan hatin kuştin. Komîserê eyaleta Kadûnayê yê ewlehiya karên hundir Samuel Arûwan ragihand bo rizgarkirina xwendevanên ku ji zankoya taybet ya Green Fieldê di şeva 20 ê nîsanê de hatibûn revandin dest bi opreasyonan kirine.
Arûwan ragihand ku 3 xwendevan li gundê nêzî zankoyê yê bi navê Kwanar Bature kuştî hatine dîtin.
Li Nîjeryayê ji serê salê heya niha 5 car xwendevan hatine revandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin