5 parlementerên Rûsyayê ji ber 5 sedeman îstîfa Putin xwestin

5 parlementerên Rûsyayê ji ber 5 sedeman îstîfa Putin xwestin

PeyamaKurd – Ji ber heya îro Rûsya di şerêr li hemberê Ûkrayna de biserneketiye, 5 parlementerên ji herêma St. Petersburgê bang li Putin kirin da îstîfa bike. Di şer de her dû teref jî ketine haletên nexweş. Her 5 parlementer 5 sedemên ku divê Putin ji ber wan îstîfa bike weha nîşan dan:

“Ji bo kar, kesên ji artêşê bêhtir dikarin bixebitin, ji holê radibin, aboriya Rûsyayê paşde ketiye, koça mêjî heye, NAT0 sînorê xwe du car zêde kiriye ji ber Îsweç û Fînlandiya dikevin NATO yê, bandora berevajî ya operasyona leşkerî ya taybet ya ser Ûkraynayê.”

Di mijarê de 4 parlementer ji aliyê polîsan de hatibûn desteserkirin lê ji wan 2 parlementer serbest hatin berdan. Putin berê qanûnekî derxistibû ku kesên agahiyên derew belav bikin wê bi cezayê pere bên cezakirin. Lewra niha temamê parlementeran bi cezayê pere re rû bi rû mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin