PeyamaKurd – Li ser ku di medya civakî de gelek caran hatiye gotin ku bendava (baraja) Uludere ji erdhejê zerarê diye, parêzgeha bajarê Şirnexê ragihand ku tişteka weha tine ye. Parêzgeh ragihand ku di bendavê de xesar tine û weha got:
“Di rojên vê dawiyê de di ser medya civakî de tê gotin ku di bendava Uludere (Qilaba) de zerar çêbûye. Bendava Uludere di nav wan de temamê barajên me her wext tên şopandin û gotinên ku tên gotin derewin. Em bi rêz digihînin raya giştî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin