9 welat li hemberê sûcên li Xezayê hatine kirin ‘Grûba Laheyê’ ava kirin

PeyamaKurd – Neh welatên ku di asta dinyayê de qelsin, li hemberê sûcên ku li Xezayê hatine kirin û yên bên kirin ‘Gruba Lahey’ê ava kirin. Wê her 9 dewlet li hemberê Îsraîlê givaşan ragihînin. Endamên grûbê li bajarê Laheyê hatin cem hev û civîna çapemeniyê lidar xistin.
Grûba Laheyê temamê dewletên dinyayê dawet kir ji bo Fîlîstînê destek bikin da Îsraîl li ser axa wan nemîne.
Di nav grûbê de Belize, Bolivya, Kolombiya, Kuba, Honduras, Malezya, Namibya, Senegal û Komara Afrîka Başûr hene.
Grûb di civîna çapemeniyê de ragihand ku divê biryara girtina Netenyahu û Yoav Gallant bê tesdîqkirin.
Keştiyên ku petrol û çekan dibin Îsraîlê divê bên rawestandin.
Ev nivîs 306 car hatiye xwendin.




