Alaya Tirk li ser kustiyê Filistînî

Alaya Tirk li ser kustiyê Filistînî

PeyamaKurd - 4 Filistîniyên li Şerîda Xezeyê hatin kuştin û di definkirinê de alaya Tirk avêtin ser Cinazeyê Muhammed Şerîf Bedwanî.

Kuştî piştî nimêja cinaze li goristana li bajêr hatin definkirin.

Dema cinazeyê Muhammed Şerîf Bedwan anîn alaya Tirk avêtin ser cinaze.

Cinazeyê Muhammed Ebu Ferhane (31) piştî ku li Mizgefta Omer bîn Ebdulezîz ya li Abesan el-Kebira beldeya bajarê Xan Yunusê ya li başûrê Xezeyê nimêja cinaze hat kirin li goristana beldeyê hat definkirin.

Cinazeyê Şaban Ebu Xatir (26) piştî ku li Mizgefta Hemze bîn Ebdulmutalib ya li Benî Suheylaya beldeya bajarê Xan Yunusê nimêja cinaze hat kirin li goristana beldeyê hat definkirin.

Cinazeyê Mehmûd Kişta (23) piştî ku li Mizgefta Bedir ya li bajarê Refahê nimêja cinaze hat kirin li goristana bajêr hat definkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin