Abdullah Ocalan bi 4 endamên malbata xwe re hevdîtin kir
 
                    PeyamaKurd- Hat ragihandin ku damezrînerê PKKê Abdullah Ocalanê ku li Girava Îmralî ya Tirkiyeyê girtî ye, bi endamên malbata xwe re hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Abdullah Ocalanê ku li Girava Îmraliyê tê girtin, îro 31yê Cotmehê bi endamên malbata xwe Fatma Ocalan, Omer Ocalan, Berfîn Ocalan û Alî Ocalan re hevdîtina malbatê pêk aniye.
Abdullah Ocalan herî dawî 27ê Tîrmehê bi biraziyê xwe Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan re hevdîtin kiribû. Herwiha Ocalan çend hevdîtin ligel şandeya DEM Partiyê jî pêk anîbûn.
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.
 
						 
						 
						 
						 
						