Iraq: Îranê hewla firotina petrola xwe bi navê Iraqê daye

PeyamaKurd - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Heyan Ebdûlxenî eşkere kir ku Îranê xwestiye ji bo dorpêçan bişkîne bi rêya belgeyên sexte petrola xwe li ser navê Iraqê bifiroşe kompaniyên navdewletî.
Ebdûlxenî di hevpeyvîna ligel kanala El-Îraqiyeyê de, behsa pirsa tevlîbûna kompaniya berbazarkirina petrola Iraqê (SOMO) di hinardekirina petrola Îranê bi qaçaxî de û îhtîmala sizadana SOMOyê ji aliyê Amerîkayê ve kir.
Heyan Ebdilxenî got, “Hêzên Deryayî yên Amerîkayê dest daniye ser hejmareke keştiyên petrolhilgir ên Îranê û hin belgename tê de dîtine ku ew petrol a Iraqê ye, tevî ku di rastiyê de ew petrol a Îranê ye.”
Wezîrê Petrolê diyar kir, “Paşê diyar bûye ku ew belgename sexte ne. Wan keştiyên petrolhilgir ên Îranî belgename sexte kirine, ji bo ku wê petrolê bi navê Iraqê bifiroşin kompaniyên navdewletî.”
Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha da zanîn, “Berpirsên Iraqê li ser wê pirsê bi aliyê Amerîkayî re axivîne û ew haydar kirine ku, Bexdayê çi peywendî bi wê mijarê ve nîne. Aliyê Amerîkayî jî hûrgiliyên wê pirsê fêm kirine.”
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyanî piştî belavbûna agahiyên li ser tevlîbûna kompaniya SOMOyê di hinardekirin û qaçaxkirina petrola Iranê de hate dayîn ku SOMOyê ew tohmet red kiribûn.
Ev nivîs 81 car hatiye xwendin.




