Abdullahiyan: “Afganistan bi me re hevkariya avê neke em ê alavên zorê bikarbînin”

Abdullahiyan: “Afganistan bi me re hevkariya avê neke em ê alavên zorê bikarbînin”

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Huseyin Emir Abdullahiyan, ragihand ku eger Afxanistan li ser ava çemê Hilmendê ku pirsgirêk di navbera Tehran û Kabîlê de heye, eger hevkariyê neke wê ‘alavên zorê’ bikarbîne. Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; Abdullahiyan li eyaleta Sîstan-Belûcistana ser sînorê Afganistanê axifiye û behsa krîza avê kiriye. Li ser bê têra xwe av di bendavê de heye an tineye, Abdullahiyan weha got:

“Li gor peymana Hilmendê; di bendava Kecekî de av heye an tine, tesbîta avê ne karê min û ne karê wekîlê wezîrê karên derve yê Afganistanê yê Emirxan Muttakiye. Heyetekî teknîkî ji wezareta enerjiyê ya Îranê û heyetekî teknîkî ji Afganistanê divê seredana Bendava Kecekî bike û asta avê bipîve. Wê Îran mijarê bişopîne. Li gor peymanê; ev mafê rewa yê Îranêye. Eger pêwist be, wê Îran di mijarê de beşa hukumeta Afganistanê ya ku hevkariyê bi Îranê re nake, li hemberê wan alavên zorê bikarbîne.”

Di sala 1973an de pisgirêka avê ya li ser rêya ava Hilmendê, bi peymanekî çareser kiribûn. Li gor peymanê divê Afganistan di saniyê de ji avê 26 m3 ji Îranê re berde.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin