PeyamaKurd – Li rojhilatê Vîetnamê li devera Binh Duongê di bar a Karaoke de şewat derket û di encamê de 32 kes mirin. Ragihandin ji aliyê Ajansa Vîetnamê (VNA) de hat kirin. Li gor ajansê; ciyê şewat lê derketiye dikeve nêzî bajarê Ho Chi Minh bi 25 km yan. Agir bi qata duyem ya avahiyê de ketiye.
Rêvebirekî wezareta giştî ya ewlehiyê ragihandiye ku di şewatê de 17 zilam, 15 jin bi temamî 32 kes jiyana xwe ji dest dane. Rêvebir her weha gotiye ku ji ber avahî ahşabe agir zû belav bûye û ji ber dûmana zêde tehliya muşteriyan bi zahmetî ketiye.
Dibe ku şewat ji elektrîkê derketibe û niha jî rizgarkirina kesan dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin