PeyamaKurd – Li bajarê Îstenbolê siet di 17.30 an de agir bi zîndana Umraniye ket û îtfaiye mudaxele bi agir kir û xist bin kontrola xwe. Lê ji şewatê 20 girtî bandorê dîtin û wan birin nexweşxanê. Wezîrê dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdağ li ser şewatê weha got:
“Talûka jiyana ti kesî tine û her tişt di bin kontrolê de ye. Agir bi qawîşekî zîndana tîpa E yê ya Umraniyê ketiye. Agir hatiye vemirandin û niha sarkirina wê dewam dike. Memûrekî û 20 zîndaniyan birine nexweşxanê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin