Aliyev û Blinken li ser pêvajoya aştiyê ya Azerbaycan-Ermenistanê axifîn

Aliyev û Blinken li ser pêvajoya aştiyê ya Azerbaycan-Ermenistanê axifîn

PeyamaKurd – Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev û wezîrê karên derve yê DYAyê Antony Blinken di rêya telefonê de axifîn û behsa pêvajoya aştiyê ya navbera Ermenistan û Azerbeycanê kirin. Her dû lîder li ser pêşdeçûnên erênî yên destnîşankirina sînor jî axifîn.

Serokatiya Azerbeycanê ragihand ku Blinken li Aliyev geriyaye û behsa girîngiya aştiya mayînde ya di navbera her dû welatan de kiriye. Blinken gotiye ku ew wekî DYA ji bo bigihên hedefê, wê desteka xwe bidin dewam kirin.

Blinken ragihand ku di pêvajoya destnîşankirina sînorên navbera Azerbeycan û Ermenistanê de serkeftinên bûne û îmzakirina rêziknama xebatên komîsyonên sînor ya di 30 Tebax 2024an de, weka pêngavekî baş nirxandine.

Aliyev, ragihand ku li herêmê serdestiya aştiyê heye, di encama hewlên Azerbeycanê de, rastiyên li ser bingeha hûqûqa navdewletî û dadwerî derketine holê.

Aliyev, her weha got ku daxwaza destpêkirina hevdîtinên aştiyê ji Ermensitanê ji wan re çûye, ji bo îmzakirina peymana aştiyê, divê ew xalên di destûra Ermenistanê û xalên din yên di derbarê daxwazên Ermenistanê yên li ser axa Azerbeycanê, ji qanûnên Ermenistanê derên.