Îsraîl: Di şer de, astekî dinê destpêkir

Îsraîl: Di şer de, astekî dinê destpêkir

PeyamaKurd – Piştî li Lubnanê êrîşên sîberî destpêkir, ji aliyê Îsraîlê jî daxwuyaniya ku herkes bende bû hat dayîn. Wezîrê berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ragihand ku navenda şer ketiye cepha Lubnanê û şer ketiye asteka dinê.

Du roj berê cîhazên ku Hîzbullahê bikardianî hatin teqandin û îro jî êrîşê birin cîhazên bêtêlan. Ber destê êvarê wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Gallant got:

“Navenda şer bûye Lubnan û şer ketiye asteka dinê. Divê em li hev bin. Di nav wextê de divê kiryarên me li hev bin. Ji bo vî şerî, cesaretekî mezin, ezm û îstîqrar pêwiste. Êrîşa ser bakûrê Îsraîlê, armanc jê ewe ku Îsraîliyên me wan ji wê derê tehliye kiriye, car din dagerin ser axa xwe.”

Du roj berê, piştî teqînên cîhazan, 12 kes jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes birîndar bûbûn. Piştî teqînan li hinek malan û di alavan de şewat derket.

Rêvebiriya bergiriya sîvîl ya Lubnanê ragihand ku li başûrê Lubnanê, li Bakaa û li Cebelê, piştî teqînan agir bi xanî û alavan ketiye û dixebitin da agir vemirînin.

Li başûrê Lubnanê di wexta merasima binaxkirina kesên di teqînan de miribûn, balafirekî bêmirov ya texmîn dikin ku ya Îsraîlêye, di ser seha merasimê de digeriya.