Sadr piştî teqînên li Lubnanê mîtînga xwe ya mezin betal kir

Sadr piştî teqînên li Lubnanê mîtînga xwe ya mezin betal kir

PeyamaKurd - Serokê Tevgera Sedr a Iraqê Muqteda El-Sadr ragihand ku piştî teqînên "amûrên bangê" û "bêtêlan" yên li Lubnanê, wan xwenîşandana ku wê tê de banga 'hevgirtina ji bo Xezzeyê' kiribûya betal kiriye.

Muqteda El-Sedr piştî teqînên li Lubnanê ku tê de herî kêm 44 kesan can da û nêzîkî 4 hezar kes birîndar bû, di daxuyaniya çapemeniyê de got: "Piştî bêheddî û terorîzma Siyonîs a li Filistîn û Lubnanê û perdekirina şeytanê mezin a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û bersivnedana wan a bangên mirovî û biryarên navneteweyî û her wiha bilindbûna dengê gelan a li hemberî wan, vaj wê yekê li ser me ferz kir ku em xwepêşandana xwe ya ku tê payîn ku bi milyonan kes beşdar bibe betal bikin."

Sedr axaftina xwe wiha domand: "DYA û Îsraîl dixwazin hemû herêmê bikşînin nav şerê wêrankirinê. Piştî van hêrişên Îsraîlê yên li dijî gelan, êdî protesto bi kêr nayê û xwepêşandan ne di asta bûyereke mezin de ye."

Muqteda El-Sedr, nêzîkî du sal berê ragihandibû ku ew ji pêvajoya siyasî ya Iraqê bi temamî vekişiyaye, lê carinan di merasîmên olî yên Şiayan de şerê li Xezzeyê dinirxîne û daxwaza rawestandina şer dike.