Di nav 2 malbatên eqreba de pevçûn derket: 2 kuştî û 4 birîndar hene

Di nav 2 malbatên eqreba de pevçûn derket: 2 kuştî û 4 birîndar hene

PeyamaKurd – Li bajarê Ankara, li navça Kalecikê li kolana Îstasyonê, di navbera eqrebayan de, li ser mesela pera pevçûn derket, bi kêra li hev xistin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Her dû alî jî, karê firûne an ku nanpêjiyê dikin û li ser firotina nerewa, di navbera wan de pevçûn destpêdike. Aliyekî yê dinê bi kuştinê tehdîd dike û aliyê dinê dibêje ku dê giliyên wan ji polîs re bike û şerê navbera wan destpêdike.

Fatih Çekirdek û biraziyê wî Mücahit Çekirdek jiyana xwe ji dest didin û 4 kesên birîndar bi ambûlansan dibin nexweşxanê.

Polîs 5 gumanbaran dixe binçav û ap û birazî li goristanê dispêrin axê. Dibe jimara binaçvkiriyan zêdetir bibe.