Îsraîl ji hewa de xwurt li çeperên Hîzbûllahê dixe

Îsraîl ji hewa de xwurt li çeperên Hîzbûllahê dixe

PeyamaKurd – Îsraîl, piştî êrîşa sîberî ya ser endamên Hîzbûllahê, niha jî ji hewa de li baregeh, rampayên fuzeyan û çeperên Hîzbûllahê dixe. Niha êrîşên Îsraîlê dewam dikin û li gor çapemeniyê; Îsraîlê bi fuzeyan li 30 platformên fuzeyan ku ji bo avêtine amade ne xist û 150 rampayên fuzeyan îmha kir.

Îsraîl, bi temamê qeweta xwe êrîşî Hîzbûllahê dike. Serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah di civîna çapemeniyê de, li ser êrîşa sîberî ragihandibû ku di dîroka têkoşîna wan de, heya niha ti carê êrîşekî weha ya sîberî nehatiye kirin.

Îsraîlê jî do ragihandibû ku nevenda şer bûye Lubnan û niha nîşanên wê yên xwurt dertên holê.