Îranê girtiyekî Belûç îdam kir û li ser du girtiyên Kurd jî cezayê îdamê sepand

Îranê girtiyekî Belûç îdam kir û li ser du girtiyên Kurd jî cezayê îdamê sepand

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro Pêncşemê danê sibehê hemwelatiyekî Belûç ê xelkê bajarê Zabolê li girtîgeha navendî ya bajarê Yezdê hate bidarvekirin.

Li gorî zanyariyên medya Rojhilatê Kurdistanê, hemwelatiyê Belûç ê bi navê Menan Berahûyî yê bi nasnavê Nesîm Naroyî ku tmenê wî 50 sal bû û xelkê bajarê Zabolê ye, li girtîgeha navendî ya bajarê Yezdê hate bidarvekirin.

Menan Berahûyî, beriya niha bi tohmetên madên hişber hatibû girtin û dezgeha dadê ya Îranê cezayê darvekirinê li ser sepandibû.

Dadgeha Îranê herî dawî cezayê îdamê li ser du girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navên Mehdî Hesenî (52) û Behroz Ihsanî Îslamlu (63) yên li girtîgeha Evînê sepand.

Herwiha 9ê Îlonê jî 2 girtiyên Kurd ên bi navê Feyzulah Hisên Pur û Silêman Qehreman îdam kiribûn.