Stoltenberg: Eger Tirkiye, Norweç û DYA nebe, ewlehiya Ewrûpayê nabe

Stoltenberg: Eger Tirkiye, Norweç û DYA nebe, ewlehiya Ewrûpayê nabe

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi sedema dawî li wezîfa wî hat û dê dev ji kar berde, axaftina xatirwestinê kir û got:

“Li başûr Tirkiye, li bakûr Norweç û li rojava DYA nebe, ewlehiya qita Ewrûpayê nabe. NAT0 ji her wextê zêdetir xwurte û di wexta sekreteriya min de xwurttir bûye. Dema min di sala 2014an de dest bi sekeretiya NAT0yê kir û heya îro guherînên esasî di dinyayê de çêbûn, Rûsya Kırımê bi awayekî bêhûqûqî dagir kir, DEAŞ pêşde çû, reqabeta Çînê gelek zêde bû, Kovîd belav bû, êrîşên sîberî çêbûn, kêşûhewa guherî û ev hemû li ser me bandorên neyînî kirin. Bûyer weha zêde bûn.

Herkes li ser wezîfa NATO hûr bû da wê test bikin. Hat gotin ku NATO moda wê kevin bûye û mêjiyê wê miriye. Lê rastiya meselê ewe ku NATO xwurte, yekgirtiye û ji her wextî zêdetir xwediyê girîngiyê ye. Ez kêfxweşin ku deh sale NATOyê birêve dibim.”

Stoltenberg ragihand ku wê Ûkrayna bibe endamê NATOyê û eger li pişta we hêzeka xwurt ya leşkerî hebe tu dikarî diyalogê bikî. Ev ji bo Ûkraynayê niha wehaye…