Hasan Nasrallah: Îsraîlê derbekî mezin li me xist lê wê bê bersiv nemîne

Hasan Nasrallah: Îsraîlê derbekî mezin li me xist lê wê bê bersiv nemîne

PeyamaKurd – Serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah piştî êrîşa sîberî ya Îsraîlê cara yekem axifî û got:

“Qet guman tine ku divê em rastiyan bibînin. Derbekî mezin ya ewlehiyê û mirovî li me ket. Di berxwedana me ya heya îro de, derbekî weka wê me nedît. Me ewqas bi dijminê xwe re şer kir lê êrîşekî weha nebûbû. Belkî di dîroka dinyayê de derbekî weha nebûye. Îsraîl temamê xetên me yên sor derbas kir. Êrîş sedema şere û wê bê bersiv nemîne.”

Artêşa Îsraîlê bi qaîdên ku heya niha nehatiye dîtin li Hîzbûllahê xist. Cîhazên endamên Hîzbûllahê teqand û bû sedema mirina 37 kesan û birîndariya 2.800an.

Nasrallah, ji bo kesên di bûyerê de mirin sersaxiyê xwest. Ji ber nexweşxane ji bûyerekî weha mezin re amade nebûn, xwîn lazim bû û xelkê Lubnanê ji bo xwînê texsîratê nekir.

Hasan Nasrallah, sipasiya wan kesên ku xwînê dan û xebata tenduristiyê kirin, kir.

Ev nivîs 19037 car hatiye xwendin.