Gallant gotibû ku şerê bi Sûriyê re dê her bibe

Gallant gotibû ku şerê bi Sûriyê re dê her bibe

PeyamaKurd – Balafirên Îsraîlê Beyrûdê û bajarê Sûrê ku dikeve qerexê Derya Sipî bombebaran kir û paşî di heman şevê de li bakûrê Sûriyê li Helebê û dorên Idlibê xist. Tê gotin ku Îsraîlê ewilî li Xezzayê, paşî li Lubnanê xist û niha dora Sûriyê ye.

Wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê Yoav Gallant ku bi Benyamin Netenyahu re li hev nekir û niha wezîr nîne, di dawiya rojên wezîrtiya xwe de got ku bi Sûriyê re şer dê her bibe.

Îsraîl, bi piranî li Sûriyê li deverên ku grûbên Îranî yên tundrew lê ne, dixe. Nahêle ku grûbên Îranî xwe nêzî sînorê Îsraîlê bikin.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê piştî li esmanê başûre Sûriyê firiyan, berê xwe dan bakûrê Sûriyê. Balafirên ku li esmanên Der’a û Suweyda digeriyan û nasnama wan diyar nîn bû, hat fêmkirin ku balafirên Îsraîlê ne.

Piştî demekî li rojhilatê bajarê Helebê li navça Sfire teqînên dijwar çêbûn. Hedefa balafirên Îsraîlê Navenda Lêkolînên Zanistî bû û bi fuzeyan lê xist. Tê zanîn ku di Navendê de hilberîna roketan têkirin.

Medya fermî ya Sûriyê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê de gelek leşker birîndar bûne û di navendê de gelek xesar çêbûye.

Esas êrîşa balkêş ya ser Idlibê ye ku ji sînorê Tirkiyê 40 km dûr e. SOHRê ragihand ku Îsraîl li navça Serakib a Idlibê li 2 baregehan xistiye. Baregeh yên artêşa Sûriyê ne lê endamên Hîzbûllahê gelek caran seredana wê baregehê dikin. Berê Îsraîlê qet li vê baregeha Sûriyê nexistibû ku dikeve navça Serakib a ser rêyên M5 û M4ê.

Serakib, ji sînorê Tirkiyê 40 km dûre û li gor SOHRê; navçe nêzî devera ku Heyet Tehrir el-Şam kontrol dike ku Tehrîr ji aliyê gelek dewlet û Tirkiyê de rêxistina terorî qebûl dike.

Rêxistina SOHRê ya çavdêriyê ragihand ku tê gotin di êrîşên ser Heleb û Serakibê de 15 leşkerên Sûriyê hatine kuştin an birîndar bûne.

SOHRê her weha ragihand ku ji serê salê heya niha artêşa Îsraîlê 116 car êrîşên hewayî biriye ser Sûriyê. Di êrîşan de 274 eskerên Sûriyê û 25 leşkerên Îranê li Sûriyê mirine.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.