Rûsya: Me bajarokekî din li Donetskê kontrol kir

Rûsya: Me bajarokekî din li Donetskê kontrol kir

PeyamaKurd – Şerê Rûsya-Ukraynayê ku ji Sibata 2023yan ve dest pê kiriye bi hemû dijwariya xwe berdewam dike. Li aliyekî Ukrayna li herêma Kurskê di nav erdên Rûsyayê de bipêş ve diçe, li aliyekî jî hêzên Rûsyayê deverên nû yên Ukraynayê kontroldikin.

Herî dawî îro 19ê Îlonê hate ragihandin ku hêzên Rûsyayê bajarokekî nû yê herêma Donetsk a rojhilatê Ukraynayê kontrol kir.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku yekîneyên wan ên Koma Hêzên Başûr bajarokê Georgievka yê herêma Donetsk a li rojhilatê Ukraynayê kontrol kiriye.

Wezaretê da zanîn ku hêzên wan li navenda sereke ya radyoya taybet a Rêveberiya Giştî ya Îstixbarata artêşa Ukraynayê û armancên girîng ên binesaziya balafirgeha Ukraynayê xistine.