DYA li hember Îran û Hizbullahê piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê re dubare kir

DYA li hember Îran û Hizbullahê piştgiriya xwe ya ji Îsraîlê re dubare kir

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn nirxand.

Wezîr Austin dûpat kir ku DYA, li hember "gefên Hizbullaha Lubnan, Îran û hevkarên wan yên li herêmê" piştgirî dide Îsraîlê.

Austin di axaftina xwe ya telefonê ya bi Gallant re geşedanên di derbarê ewlehiya herêmê de nirxand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê (PENTAGON) ya DYAyê Austin û hevtayê xwe yê Îsraîlî Gallant piştî teqîna pagerên ku endamên Hizbullahê li Lubnanê bikar dihanîn, di pêwendiya telefonî de geşedanên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Austin teqeziyê li ser pabendbûna DYAyê ya ji bo hewlên kêmkirina aloziyên li Rojhilata Navîn kiriye û gringiya gihandina rêkeftina agirbestê ya ku wê azadkirina dîl û girtiyan û çareseriyeke dîplomatîk a mayînde ya ji bo nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de misoger bike destnîşan kiriye.

Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku Wezîrê DYAyê Austin piştgiriya DYAyê ya ji bo Îsraîlê ya li hemberî "gefên Hizbullaha Lubnanê, Îran û hevkarên din ên herêmê" dubare kiriye.